Li Fransayê hêviya ji bo namzetê hevpar ê çep diqede
Di hilbijartinên serokkomariya Fransayê de, ku wê roja 23'ê Nîsanê bê kirin, ji bo cara dawî banga yekbûnê li du namzetên girîng ên eniya çep hat kirin. Lê belê ev bang jî bê encam ma.
Di hilbijartinên serokkomariya Fransayê de, ku wê roja 23'ê Nîsanê bê kirin, ji bo cara dawî banga yekbûnê li du namzetên girîng ên eniya çep hat kirin. Lê belê ev bang jî bê encam ma.
Jean-Lûc Mêlenchon weke nûnerê çep a radîkal, Benoît Hamon jî weke namzetê Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê tevlî hilbijartinê dibe. Di rojên dawî de careke din banga yekbûnê li Mêlenchon û Hamon hat kirin. Dihat zanîn ku Hamon berevajî desthilatdariya Françoîs Hollande baskê çep ê PS temsîl dike û bernameya wî nêzî ya Mêlenchon e.
Namzetê PS Benoît Hamon bersiv da banga ji bo yekbûna her du namzetan û duh bang li Jean-Lûc Mêlenchon kir, ku ji bo wî xwe ji namzetiyê vekişîne. Mêlenchon bersiv da vê banga Hamon û bi gotina, 'min rêya xwe diyar kiriye' ev daxwaza Hamon red kir.
Li gorî anketan, potansiyela giştî ya dengê her du namzetan bi qasî ji sedî 25 e. Li gorî anketek ku duh hat weşandin, rêjeya dengê Mêlenchon gihîşt ji sedî 15'an, ya Hamon jî daket ji sedî 10'an.
Di rewşeke bi vî rengî de, eger her du namzet bi namzetekî hevpar tevlî hilbijartinê bibe, dibe ku ji sedî 25-26 ê dengan bigire. Ji xwe rêjeya dengên Marîne Le Pen a rastgiriya tund û namzetê lîberal Emmanûel Macron, bi qasî ji sedî 25-27 e.
Her wiha tê texmînkirin, ku dînamîka bi yekbûna her du namzetên çepgir derkeve holê re, dibe ku rêjeya dengan bilindtir bibe.