Li Fransayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 5 mirî
Li başûrê Fransayê, du helîkopterên leşkerî li hev ketin. Di bûyerê de hemû personelên helîkopteran jiyana xwe ji dest dan.
Li başûrê Fransayê, du helîkopterên leşkerî li hev ketin. Di bûyerê de hemû personelên helîkopteran jiyana xwe ji dest dan.
Medya Fransayê ragihand ku li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên walîtiyê ve hatin dayin, li nêzî komuna Carcesê ya li bajarê Varê, du helîkopterên artêşê li hev ketin. Di bûyerê de 5 personelên di her du helîkopteran de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Walîtiya Varê ragihand ku her du helîkopterên ji bo perwerdeyê bi hewa ketin, saet 9'an li hev qelibîn û hemû personelên di helîkopteran de jiyana xwe ji dest dan.