Li Fransayê greva dîrokî û bandora wê dewam dike

Li Fransayê greva dîrokî ku Pêncşemê li dijî reforma teqawîtbûnê dest pê kir û zêdeyî 1.5 milyon mirov daketin qadan, bi greva di wesayitên ragihandinê de dewam dike.

Greva sendîkayan a li dijî reforma teqawîtbûnê bi beşdariyeke dîrokî ya ji sektorên bingehîn hemûyan pêk hat. Ji ber grevê ragihandin hema bêjin rawestiya. Saziya rêyên hesinî SNCF, wesayitên ragihandina komî (metro, otobus û tramvay), ragihandiya rêyên hewayî, rafînerî, saziyên elektrîk û gazê, berhevkarên çopê, arkuj, parêzer û perwerde xebatkarên li sektorên bingehîn bi xurtî tevlî grevê bûn.

Li nêzî 250 herêmên Fransayê Pêncşemê çalakî hebûn. Li gorî medya Fransayê tevlîbûna li vê grevê ji tevlîbûna greva dîrokî ya di sala 1995'an de hîn xurtir bû.

Li gelek bajaran bi deh hezaran kes tevlî bûn. Li gorî sendîkayan li paytext Parîsê 250 hezar kes, li gorî polîsan jî 65 hezar kes daketin qadan. Li Marsîlyayê jî li gorî sendîkayan 150 hezar kes daketin qadan. Li tevahiya Fransayê li gorî polîsan herî kêm 800 hezar kes û li gorî sendîkayan jî zêdeyî 1.5 milyon mirov daketin qadan. Li Parîsê zêdeyî 70 kes hatin destgîrkirin. Li Lyon, Montpellîer û Toûloûseyê şer qewimî.

Piştî roja serketî ya sendîkayan trafîka li SNCF'ê bi zehmetî dewam dike. Xebatkarên Rêyên Hesinî yên Neteweyî biryar wergirtin ku Înê jî çalakiya xwe dewam bikin.

Midûriyeta Giştî ya Hewakariya Sivîl jî bang li şîrketên rêyên hewayî kir kir ku 20 ji sedî yên seferên xwe yên balafiran betal bikin. Şîrketa rêyên hewayî ya Fransayê Aîr France 30 ji sedî yên seferên xwe yên navxweyî û 10 ji sedî yê seferên xwe yên ji dûrahiya navîn betal kir.

Li tora ragihandina komî ya herêma Parîsê RATP'ê jî grev dewam dike. Li metroya Parîsê 10 xetên din hatin asêkirin. Her wiha seferên gelek otobus û tramvayan hatin rawestandin.