Li Fransayê erka biryarnameya ji bo desteserkirina mafên karkeran

Li Fransayê, pêşnûmeya li ser kirina reforman bi rêya biryarnameyan, dikeve rojeva meclîsê. Bi vê yekê re wê Serokkomarê lîberal Emmanûel Macron û hikumeta wî karibin mafên karkeran xesp bikin.

Endama Meşa Komarê (REM) a li desthilatdariyê Wezîra Xebatê Mûrîel Pênîcaûd duh pêşnûme qanûn pêşkêşî Desteya Wezîran kir. Bi vê pêşnûmeya qanûnî re derfet ji hikumetê re tê dayin ku di hin mijaran de biryarnameyan derxîne.

Pêşnûme wê di 24-28'ê Tîrmehê de li Meclîsa Neteweyî were nirxandin û eger were qebûlkirin wê ji bo cihanîna hin reforman pêwîstî bi qanûnê nemîne û bi biryarnameyan bi cih werin anîn.

Tê zanîn, Serokkomar Emmanûel Macron erka biryarnameyê bi taybetî ji bo Qanûna Kar dixwaze. Qanûna Kar ji xwe par bi rengekî li dijî xebatkaran bi giranî hatibû guhertin. Lê Macron qîma xwe bi vê guhertinê nanî.