Li Fransayê di çalakiyan de herî kêm 100 kes hatin destgîrkirin

Lİ Fransayê di xwepêşandanên doh ên avhewayê de bûyer qewimîn û herî kêm 100 kes hatin destgîrkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê doh hem Êlek Zer û dijberên reforma teqawîtê, hem jî yên ji bo avhewayê daketin qadan û xwepêşandan kirin.

Li paytex Parîsê li gorî polîsan 16 hezar kes, li gorî amadekaran jî derdora 40 hezar kesî tevlî xwepêşandanê bûn. Li bajarên Lyon, Strasbourg û Grenobleyê jî bi hezaran kes tevlî xwepêşandanan bûn. Her wiha li bajarên Bordeaûx, Metz, Roûen, Nancy, Marsîlya, Toûrs, Angers, Bayonne û Caenê jî li gorî hejmarên fermî bi giştî 10 hezar kes ji bo avhewayê daketin qadan.

Lê belê li gorî amadekaran hejmara kesên tevlî bûne ji hejmara ku polîsan eşkere kirine gelekî bilindtir e.

TENÊ LI PARÎSÊ HERÎ KÊM 100 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Hem di çalakiyên Êlek Zeran hem jî yên ji bo avhewayê de bûyer qewimîn.

Li gorî Walîtiya Parîsê di bûyeran de herî kêm 163 kes hatin zevtkirin û 99 ji wan hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku li qadên ku çalakî lê hatin qedexekirin zêdeyî 300 kes ji bo demeke kurt ji aliyê polîsan ve hatin girtin.