Li Fransayê 500 kes birîndar bûn, bi sedan kes hatin destgîrkirin

Li Fransayê, çalakiya 'Êlek Zerikan' ku zêdebûna buhayê sotemeniyê şermezar dikin, roja Duşemê li gelek bajaran dewam kir. Bîlançoya bûyeran giran dibe.

Hikumetê ji bo pêkanîna 'veguherîna enerjiyê' baceke zêde danîbû ser sotemeniya ji petrolê peyda dibe.

Li dijî vê yekê, ji meha bihurî û vir ve bi navê 'Êlek Zerik'an bi sed hezaran kesî xwe bi rêxistin kirin. Yekemcar roja Şemiyê li 2 hezar deverên cuda çalakî pêk anîn.

Roja Şemiyê di dema çalakiyan de jinek di bin wesayitekê de ma û bi sedan kes birîndar bûn. Roja Duşemê jî bi deh hezaran kes tevlî çalakiyan bûn.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, ji roja Şemiyê û vir ve di çalakiyên blokaj û xwepêşandanan de kesek miriye, herî kêm 528 kes birîndar bûne. Rewşa 17 ji birîndaran giran e.

Li gorî wezaretê, roja Şemiyê 290 hezar kes, roja Duşemê jî 27 hezar kes tevlî çalakiyan bûn.

Tê gotin, heta niha zêdeyî 240 çalakger hatine destgîrkirin û 75 ji wan wê derxînin pêşberî dadgehê. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, li hin xwepêşandêran cezayê girtîgehê yê 4 mehan hatiye birîn.