Li Fransa ji bo pir û vîyadûkan hişyariya xeteriyê
Piştî karesata pirê ya ku li Îtalyayê bû sedema mirina dehan kesî û şûnde, li gorî xebateke li Fransa, li gel bi dehan piran, 2 vîyadûn bi lezgîn divê bên nûkirin.
Piştî karesata pirê ya ku li Îtalyayê bû sedema mirina dehan kesî û şûnde, li gorî xebateke li Fransa, li gel bi dehan piran, 2 vîyadûn bi lezgîn divê bên nûkirin.
Li gorî xebateke Wezareta Veguhestinê ya Fransayê, testa xweragiriyê li 164 pir û vîyadûyên herî mezin ên li welat ku rûyê wan nêzî 7 hezar metrekareye kirine.
Di encama xebatê de, derket holê ku divê bi lezgîn 23 pir û 2 viyadûn bi lezgîn bên nûkirin. Di xebata wezaretê de li gelek piran ‘ziyanên biçûk’ hene, hate gotin ku pirên mijara gotinê ziyanê nade ‘kapasîteya ragirtinê’.
Li gorî rapora berê ya ku meha Tîrmehê hatî parvekirin, bal hatibû kişandin ku li gelemperiya welat 200 pirên biçûk û mezin ji aliyê dewletê ve divê bê çavdêrîkirin û çêkirin. Di raporê de hatibû diyarkirin ku herî kêm ji sedî 30 pirên li welat divê bên çavdêrîkirin û çêkirin.
Wezîrê Veguhestinê Elîsabeth Borne ya ji Cnewsê re axivî diyar kir ku li welat gelek pirên ‘ne nû ne’ li hene.
Di encama hilweşandîna pira Morandî ya 14’ê Tebaxê ya li bajarê Cenova ya li Îtalyayê de 43 kes miribûn.