Li Fransa 48 û li Spanya yê jî 48 kes ji ber Covîd-19 mirin

Şewba Covîd-19 a bi lez belavbûna wê ya li welatên Ewropa dewam dike. Li Fransayê 48 û li Spanyayê jî 48 kesan jiyana xwe ji destdan.

Wezîrê Tenduristîya Fransayê Olîver Veran da diyarkirin ku ji meha Çile heta niha kesên ku bi vîrûsa Covîd-19 ketine hejmara wan gihişte 2 hezar û 281 kesan. Di 24 seatên dawî de 15 kes mirin. Li gel vê hejmara miriyan gihişte 48 kesan. Li gorî Wezîr 105 kes jî li ber başbûnê ne. Ji miriyan 33 temenê wan ji 75 salî zêdetire.

Li Spanyayê jî hejmara kesên bi nexweşiyê ketin ji 2 hezaran derbaz bû. Piranî ji herêma Madrîdê 48 kesan jiyana xwe ji destdan. Li gorî bilançoyê li ser 2 hezar û 140 kesan teşhîsa koronavîrosê hatiye kirin. Li welat ji roja yekşemê heta niha li ser 600 kesan vîrosa koronayê hate dîtin.