Li Fînlandiyayê serlêdana mihacirê hema ji serî de red dikin!
Rojnameya înternetê Long Play ragihand ku Daîreya Mihaciran (Migrî) serlêdanên mihaciriyê bi biryarên çêkirî red dike.
Rojnameya înternetê Long Play ragihand ku Daîreya Mihaciran (Migrî) serlêdanên mihaciriyê bi biryarên çêkirî red dike.
Rojnameya internetê Long Play diyar kir Daîreya Penaberan (Migrî) ji bo daxwazên mihaciran red dike biryarên şablonî amade kirine û piraniya biryaran ji hêla wan memûran ve hatine standin ku nû ne û ne xwedî ti tecrûbeyekê ne.
Di nav welatên Skandînavî de dewleta ku polîtîkayên wê yên derbarê mihaciriyê de herî hişk e Fînlandiya ye. Heta 2015’an her sal nêzî 3 hezaran mihaciran xwe li Fînlandiya digirtin, ev hijmar di sala 2015’an de ku hijmareke zêde ya mihaciran di vê salê de bû, xwe gihande 32 hezaran.
Hikûmeta Fînlandiya ji bo pêşî li hatine mihaciran bigire par ber bi nîvê salê ve qanûnên li mihacirê jidand û bi mebesta ku di kurttirîn demê de biryarê li ser serlêdana mihaciriyê bide nêzî 500 memûrên nû xistin Migriyê. Memûr piştî perwerdehiyeke dem kurt dest bi peywirê kirin.
BI BIRYARÊN ŞABLONÎ SERLÊDANÊN MIHACIRAN TÊNE REDKIRIN
Hevpeyvîna Long Play ku bi 6 memûrên Migrî re kirî nîşan dide ku Fînlandiya ji bo ku mihaciran demildest dersînor bike biryarên şablon standiye û bêyî ku rewşa şexsî ya mihaciran weke lêkolîn daxwaza wan tê redkirin.
Fermanname û rêgehnameyên ku nûçegihanan bi dest xistine nîşan dide ku ji bo redkirina mihacirên bi taybetî ji Iraq, Efganîstan û Somaliyê hatine amadekirin. Memûrên ku di roportajê de axivîne diyar dikin ku spartyaên ku berê hatine hazirkirin û ji biryarê re dibine zemîn, gav bi gav ji bo ku biryarê bidin ji wan re bûye hîm.