Li Fînlandiya midûrên emniyetê têne darizandin

Li Fînlandiya doza ku midûrên emniyetê têne darizandin, pêk hat.

Rûniştina doza li ser midûrên emniyetê ku di nav wan de Midûrê berê yê Giştî yê Emniyetê Mîkko Paatero, Midûrê Emniyetê yê Helsînkiyê Lasse Aapîo, Midûrê Şûbeya Krîmînal Robîn Lardot, Midûrê Giştî yê berê Jukka Rîîkonen û Midûrê Şûbeya Narkotîkê berê Jarî Aarnîo jî hebe, hate dîtin.

Doz 2013’an li ser daxwaza Wezîrê Navxwe Paîvî Rasanen dest pê kiribû û piştî lêpirsîna 5 salan hatibû vekirin û ev doz di dîroka Fînlandiya de yek ji wan dozê mezin e ku polîs têne darizandin.

AGAHIYÊN MUXBÎRAN JÊ BIRIN

Dozger Harrî Tîesmaa şefên polîsan sûcdar dike ku agahiyên nasnameyê yên kesen bi muxburî têne zanîn qeyd nekirine û yên qeydkirî jî jê birine.

Şefên polîsan di rûniştina dozê de hev sûcdar kirin, berpirsyariya xwe qebûl nekirin.

Di nav wan kesan de ku bi pêkneanîna peywira xwe tê sûcdarkirin Midûrê Şûbeya Narkotî yê berê Jarî Aarnîo jî heye.

KUŞTINA VOLKAN UNSAL

Aarnîo tê sûcdarkiri, li gel ku dizanîbû   Volkan Unsal bi sabiqe wê were kuştin jî, ji bo ku pêşî  lê vê bigire tiştek nekiriye.

Li Balefirgeha Arlana ya Stockholmê 2002’yan diziyeke bi 4 milyon kronî hatibû kirin.

Volkan Unsal ê 25 salî derbarê yên ku dizî kirine agahî da polîsan lê li ser lêpirsînê biryara ‘neşopandinê’ hate standin.

Unsal 2003’yan Cotmehê li Helsînkê di malekê de hate kuştin. Ceza dane Leo Carmona ku tê îdîakirin fermana kuştinê daye.

Carmona Hezîran bihurî, piştî ku dem di ser diziyê re çû ji medyayê re ragihand ku wî plana diziyê kiriye û pêk aniye. Got ji ber sedema ku beşek ji pereyên ku hatine dizîn, diziye, Unsal hatiye kuştin.

Janna Ranînen ku ji ber kuştina Unsal cezayê muebbetê lê hatî birîn, di pirtûkekê de ku bîranînen xwe lê nivisiye got, Serokê Şûbeya Narkotîkê yê wê demê Jarî Aarnîo hay jê hebû ku wê Unsal were kuştin.

Raînen got fermana kuştina Unsal hevalê Aarnîo, serokê rêxistina bi navê Unîted Brotherhood, Kîjo Vîhunen daye.

Piştî van daxuyaniyan Aarnîo hate girtin lê ji ber îtîraz li Dadgeha Bilind û ji ber ku cezayê wî teqez nebûye piştî bi çend mehan girtî ma, hate berdan.