Li Fasê wê 5654 girtî werin berdan

Li Fasê ji ber sedema pandemiya koronavîrûsê wê ji 5 hezaran zêdetir girtî werin berdan

Wezîrê Edaleta Fasê, Kralê Fasê VI’emîn Muhammed ragihand ku ji ber sedema pandemiya koronavîrûsê wan ji 5 hezaran zêdetir girtî efû kirine.

Ji aliyê wezaretê ve hate ragihandin ku 5654 girtî hatine efûkirin, girtîyên ku dimînin jî wê ji aliyê tenduristiyê ve hemû tedbîrên wan wê bê girtin.

Li Fasê heta niha 960 nexweşên koronavîrûsê hatine testbîtkirin. Ji vana 66 ked mirine û 69 kes baş bûne. Li Fasa ku hemû sinorên xwe girtîn ji bo rê li ber pandemiyê were girtin tedbîrên xwe zêde dike.