Li Fasê qezaya trenê: Herî kêm 6 kes mirin, 70 kes jî birîndar bû

Di qezaya trenê ya 20 kîlometre li bakurê paytext Rabat a Fasê de herî kêm 6 kes mirin û 70 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çapemeniya herêmî qeza derdora saet 10:00’an li nêzî Sîdî Bûknadel a di navbera Kenîtra û Salê de pêk hat. Têkildarî qezayê heta niha bîlançoyek fermî nehatiye dayîn.

Saziya rêya trenê ya navnetewî ONCF tevî dîmenên di tevnên civakî de hatîn parvekirin jî daxuyaniyek hê nedaye.

Li gorî çapemeniyê heta niha cenazeyê 6 kesan ji trenê hatine derxistin û zêdetirî 70 kes jî birîndar bûne. Di dîmenan de tê dîtin ku gelek vagon hilweşiyane. Di çapemeniya herêmî de tê gotin ku şifêrê trenê jî miriye.