Li Fasê ji ber lehiyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li başûrê Fasê ji ber barana zêde lehî rabû û herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gundê Tizert ê li başûrê Fasê, çem ji nişka ve bilind bû û qadeke futbolê di nava avê de ma. Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku yek jê ciwanekî 17 salî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesek jî birîndar bû.

Di dîmenên medya civakî de tê dîtin ku ava ji heriyê di nava çend deqeyan de qada futbolê dinixumîne.

Li gorî medya civakî, piştî serdemeke ziwa barana dijwar bariya lewma çem bilind bû.

Li başûrê Fasê di sala 2014'an de ji ber bilindbûna çem derdora 50 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.