Li Fasê ji ber lêhiyê 17 kes mirin

Li başur rojhilatê Fasê lêhî rabû, otobusek li ber lêhiyê ket û herî kêm 17 kes mirin.

 Li gorî rayedarên xwecihî roja Yekşemê li bajarê Erraşîdîayê lêhî rabû û otobûsek li her lêhiyê ket. Hate diyarkirin ku ji ber vê rewşê herî kêm 17 kes imrin û gelek keş jî birîndar bûn.

Hate ragihand ku li girava gundê El Hank ji ber lêhiyê otobusa ku 27 kes têde bûn qelibî. Ji bo rêwiyên winda were dîtin kar û xebat didomin.

Li Fasê di hefteyên dawî de gelek caran lêhî rabû. Dawiya meha Tebaxê li başurê welat li sahaya fûtbolê lêhî rabûbû û gelek kes mirîbûn.

Sala 2014’an li başurê welat dîsan lêhî rabûbû nêzî 50 kes mirîbûn û zirareke mzin a madî çêbibû.