Li Fasê cara pêşîn tecawiza di nav zewacê de hate qebûlkirin

Dadgehe îstînafê ya li bajarê Tangerê yê Fasê ji ber ku mêrekî tecawizî jina xwe kiriye 2 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Li Fasê cara pêşîn tecawiza di nav zewacê de hate qebûlkirin.

Malpera Hûffpost Marocê diyar kir ku mêrê 25 salî ji ber ku tecawizî jina xwe kiriye 2 salan cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Parêzerekî baroyê ji malpera Yabîladiyê re axivî û biryar piştrast kir. Parêzer diyar kir ku biryar 3 hefte berê hatiye dayîn.

Li gorî biryara dadgehê li mêr 2 hezar dîrhem (183 Eûro) ceza hatiye birîn û li jinê jî ew ê 30 hezar dîrhem (2.750 Eûro) tazmînat were dayîn.

Vê biryara dadgehê Fasê ji bo jinên ku dibin mexdûrên êrîşên zayenî, di pratîkê de ew ê rê li ber pêşveçûnan veke.