Li Ewrûpayê bi hezaran kes bi slogana ‘Erdoganê dîktator’ daketin qadan

Li gelek bajarên Ewrûpayê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê protesto kirin.

Êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê li gelek bajarên Ewrûpayê, bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin.

PARÎS

Êrîş û hewldana dagirkirina Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê li bajarê Parîsê yê Fransayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakî di saet 15.00’an de li pêşiya Gare de L’Estê dest pê kir û piştre çalakiya meşê hate lidarxistin. Meş li Qada Rebûplîqûeyê bû mîtîng. Di mîtîngê de siyasetmedarê Kurd Cûma Tak , nûnerê PYD’ê yê Fransayê û nûnerê MLKP’ê axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku Rûsya, Îran û hêzên emperyalîst ji van êrîşan berpirsyar in.

 

MONTPELLIER

Li bajarê Montpeillerê yê Fransayê Kurdistaniyan li qada Comedîeyê mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk Cevat Guneş axivî û got, “Çawa ku DAÎŞ li Kobanê têk çû, ew ê Erdogan jî li Efrînê têk biçe.”

 

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê hate prostestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Rennes û derdora wê dijîn ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk daketin qadan.

Girse li Qada Rebûplîqûeyê hatin gel hev û li vê derê mîtîngek li dar xistin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku ew ê Tirkiye bi van polîtîkayên xwe bi ser nekeve.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê êrîşa li dijî Efrînê bi meşekê hate protestokirin.

Girseyê alayên YPG û YPJ’ê hildan û ji ber şaredariyê heta navenda bajêr meşiyan.

Bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn û bi xwendina sirûdan çalakî bi dawî bû.

 

KASSEL

Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daketin qadan.

Çalakî di saet 14.30’an de li pêşiya postexaneya navendî ya Kasselê dest pê kir. Girse heta Frîedrîchpltazê meşiyan. Di axaftinan de hate diyarkirin ku bila dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Efrînê bide sekinandin.

MUNSTER

Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê jî çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.

Meş li pêşiya Munster HBF’ê dest pê kir û heta pêşiya Sefarexaneya Tirkiyeyê dom kir. Nezî hezar kesî beşdarî çalakiyê bû.

MANNHEÎM

Li Elmanya Manhheîmê êrîşa dewleta Tirk a bi ser Efrînê de hate şermezarkirin.

Girseya ku civiyayî li Mannheîm Abendakedemiyê civiyan û piştî axafitnan ber bi Alte Feuerwache ve meşiya. Çalakî bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Şehîd namirin’ û ‘dîktator Erdogan bi dawî bû.

NÛRNBERG

Li Nûrnbergê ya Elmanya Kurdistanî li Hallplatzê civiyan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin.

Di çalakiya meşê de gelek sazî û dezgên Kurdistanî, Elman û Tirk hazir bûn.

Girse piştî ku qederekê li nav bajêr meşiya vegeriya Halplatzê. Li vir jî mîtîngek hate kirin.

AALBORG

Li Aalborg a Danîmarkaye Kurdistanî li Meydana Tolboodê civiyan û bi meşekê erîşa dewleta Tirk a li  ser Efrînê bi dirûşmên dijî bêdengiya Ewropa şermezar dikin, meşiyan.

TÎROL

Li Tîrolê ya Avûstûryayê Kurdistaniyan êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Efrînê şermezar kirin û gotin, ‘Terorîst Erdogan’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Bijî Serok Apo’.

DEN HAAG

Li Den Haagê ya Hollanda Kurdistanî li ber Dîwana Edelatê ya Laheyê hatin cem hev û siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz got di her şertî de ew ê parastina Efrînê were kirin.

VIYANA

Li Viyanayê, paytexta Avûstûryayê jî Kurdistanî êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin, ji ber navenda Navenda Civaka Kurd a Demokratîk dest bi meşê kirin û derdorên sosyalîst jî li ber Operayê hatin cem hev.

Piştî axaftinên ku hatin kirin girse ber bi Sefaretaneya Tirk ve meşiya û nêzî sefaretaneya Tirk dauyaniyeke çapemeniyê da.

KOPENHAG

Kurdistaniyên li Kopenhagê jî êrîş ali ser Efrînê şermezar kirin. Kurdistanî hatin ber maseya Amnesty Înternatîonal û piştre li stesyona navendî çalakiya bêîtîatiya sivîl kirin.

ZURÎH

Li Zûrîhê ya Swîsreyê jî Kurdistaniyan êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê bi meş û mîtîngekê şermezar kirin.

Piştî çalakiyê girse hate stesyona navendî ya trênê û çalakiya bêîtîatiya sivîl kirin.