Li Ewropayê hejmara nexweşan ji 22 hezaran bihurî

Hêla vîrûsa koronayê ya ku li Çînê derketibû holê, bilez li hemû welatên Ewropayê berbelav bû. Hijmara weqayên li Ewropayê ji 22 hezaran bihurî.

Vîrûsa Covîd-19 ku li Kanûnê peyda bûyî li 120 welatî berbelav bû, piştî ku di 124 hezar kesî geriya Çarşemê Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê daxuyanî da û got nexweşî veguheriye ser pandemiyê (hêla global).

Vîrûs nexasim van rojên dawî bilez li welatên Ewropayê berbelav bû. Li gorî daneyên Çarşemê li tevahiya Ewropayê ji 22 hezar û 300'î zêdetir teşhîsa vîrûsa koronayê hate danîn. Ji van nêzî hezarî mirin.

Li Ewropayê herî pir bandor li ser Italyayê kir. Li vî welatî 12 hezar û 462 weqa hatin dîtin, ji van 827 kes mirin. Li Italyayê di nav 24 saetan de 2 hezar û 313 weqayên din peyda bûn.

Wezîrê Tendiristiyê yê Fransayê Olîvîer Veran Çarşemê bi daxuyaniyekê got ji Çile û  vir ve hijmara weqayan bûye 2 hezar û 281, di van 24 saetÊn dawî de 15 kes mirine û heta niha kesên ku pê mirine bûne 48.

Li Spanyayê piranî jê li Madrîdê 48 kes mirin. Li gorî bîlançoya fermî bi tevahî teşhîsa 2 hezar û 140'î hatiye danîn. Ji Yekşemê û vir ve li welêt hijmara weqayan 600 kes zêde bû.

Li Elmanyayê hijmara weqayan bû 1908 û 3 kes mirin. Li Swîsreyê 642 weqe hene û heta niha 4 kes mirin. Li Belçîkayê 314 weqa hene û 3 kes pê mirine. Li Yewnanîstanê 3 jê rewşa wan giran, 99 weqa hatine tespîtkirin. Hikûmet ji ber ku ji ya xirabtir tirsiya hemû dibistan û zanîngeh girtin.