Li Ewropayê gelek kes ji ber bagerê mirin
Li welatên Ewropayê ji ber bagera Frîederîke gelek kes mirin, di xizmeta gihandinê û enerjiyê de gelek arîşe çêbûn.
Li welatên Ewropayê ji ber bagera Frîederîke gelek kes mirin, di xizmeta gihandinê û enerjiyê de gelek arîşe çêbûn.
Bi bandora bagera bi navê Frîederîka li gelek welatan gelek qeza çêbûn, tenê li Elmanyaê bi kêmanî 5 kes mirin.
Bager bi giştî li Elmanyayê xurt bû, ji ber vê gelek dar ji ra hilqetiyan û bûne sedema qezayan û gelek kes bi qezayan birîndar bûn. Şîrketa rêya hesin a Elmanyayê Deutsche Bahn got wan sefera trênê bi temamî rawestandine.
Ji ber sedema bagerê li Hollanda û Belçîkayê jî heta niha 3 kes mirine.
Li Fransayê gelek ziyana madî çêbû, li Elmanya û li welatên dî elektrîk li sed hezaran malan qut bû. Her wiha gelek seferên trênê yên di navbera Elmanya, Hollanda û Belçîkayê de hatin sekinandin.