Li Ermenistanê şeş wezîr ji peywirê hatin stendin
Serokkomarê Ermenistanê Armen Sarkîsyan şeş wezîrên ku piştgirî didan dijwarkirina hilbijartina giştî ji peywirê stend.
Serokkomarê Ermenistanê Armen Sarkîsyan şeş wezîrên ku piştgirî didan dijwarkirina hilbijartina giştî ji peywirê stend.
Roja Sêşemê serokwezîr Nîkol Paşîniyan ji bo astengkirina verastkirina hilbijartinên parlementoyê bangî gel kiribû ku bila dakevin qadan. Bi hezaran kes li Êrîvanê daketin qadan lê ev zagonnname li meclîsê hate qebûlkirin.
Serokkomar Armen Sarkîsyan wezîrên enerjî, aborî, raguhestin û telekomunikasyon, zîraat, rewşên lezgîn û yê sporê ji peywirê stend. Ev hemû wezîr endamên wê partiyê ne ku piştî Paşîniyan hate ser hikum piştgirî dane. Ev partiyên hanê li dijî pêşniyaza hilbijartina giştî ya Paşîniyan deng dan.
Paşîniyan piştî xwepêşandanên li dijî hikumetê di meha Gulanê de hate ser hikum lê parlemento ne di bin kontrola Paşîniyan de ye. Parlemento di bin serweriya Partiya Komarparêz de ye. Ji ber vê jî Paşîniyan dixwest hilbijartin pêk were.
Ji bo hilbijartinan divê serokwezîr îstîfa bike û parlemento ew ê serokwezîrekî nû hilbijêre. Heke ev jî bi ser nekeve, hilbijartinên giştî tên lidarxistin.
Paşîniyan ji bo vê senaryoyê pêk bîne, muzakere bi parlementeran re kir lê parlementoya roja Sêşemê zagonname pejirand a ku hilbijartinê dijwartir dike.
Li Ermenistanê tê payîn ku hilbijartin di sala 2022’an de were kirin. Ji bo ku vê zagonnameya ku roja Sêşemê hate erêkirin têkeve meriyetê, divê serokkomar Armen Sarkîsyan erê bike.