Li Ermenîstanê Sarkîsyan neçar ma îstifa bike

Li Ermenîstanê gel ev 11 roj in çalakiyên protestoyê li dar dixin, Serj Sarkîsyan ku 10 sal e desthilatdar e neçar ma ku îstîfa bike.

Serokwezîrê Ermenîstanê Serj Sarkîsyan ragihand ku ‘Ji wezîfeya serokwezîrtiyê’ îstifa kiriye. Sarkîsyan ji bo parlamenter Nîkol Paşîniyan ku pêşengê çalakiyên protestoyê dikir got ‘Mafdar e.’

Beriya îstifaya Sarkîsyan li Erîvanê li dijî Sarkîsyan çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin û lîderê muxalefetê Nîko Paşîniyan di dema çalakiyan de hat destgîrkirin û piştre hat berdan.

Li Ermenîstanê ev 11 roj in her roj çalakiyên protestoyê dihate lidarxistin. Welat di nava krîzeke nû de bû. Muxalefetê ev çalakî weke ‘Şoreşa qedîfe’ bi nav dikir.

Roja Yekşemê lîderê mûxalefetê Nîkol Paşîniyan piştî hevdîtina bi Serokwezîr Serj Sarkîsyan re hate destgîrkirin. Paşîniyan di hevdîtinê de gotibû ‘Eez hatime vir ji bo gotûbêjkirina îstifaya we.’

Roja Dûşemê jî komek leşker jî cara destpêkê beşdarî çalakiyên protestoyê bûn. Wezareta Parastinê ji bo leşkerên ‘Tûgaya aşitiyê’ gefa lêpirsinê xwaribû.

Xwendevanên fakulteya tibê bi cilên spî û bi gelek cilên leşkerî beşdarî çalakiyên roja duşemê bûn.

Rêveberiya Rûsya jî bûyerên li Ermenîstanê ‘nêz’ ve şopand. Berdevkê Serok Dewletê Vladîmîr Pûtîn Dmîtrî Peskov ji bo Ermenîstanê gotibû ‘Ermenîstan ji bo Rûsyayê welatekî gelekî girîng e’ û ‘Di navbera wan de îtifaqek nêz heye’. Peskov ji bo bûyerên li welat jî gotibû ‘Pirsgirêka welat ya navxweyî ye.’

Sêşema derbasbûyî li Êrîvanê bi tevlîbûna 40 hezar kesan çalakiyan protestoyê hate lidarxistin û ev jî di salên dawî de tevlîbûna herî mezin ya ji bo çalakiyan bû.