Li Ermenîstanê hişyariya ‘tsûnamiya siyasî’

Wekîlê muxalîf Nîkol Paşîniyan ku ku li Ermenîstanê pêşengiya protestoyan dikir, got Parlamento wî neke serokwezîr wê ‘’tsûnamiya siyasî’’ çêbibe.

Parlamento ji bo ku serokwezîrê nû hilbijarê Sêşemê dicive. Paşîniyan ji paralementeran re axivî û got, ‘’Ev camêr (endamên Partiya Komparparêz ên desthilatdariyê) dive xweşbiniya gel şaş fêhm nekin û bi qelsî nebinin, ev dibe veguhere tsûnamiyeke siyasî ya rastî.’’ Paşîniyan bang li hemû Ermeniyan kir ku derkevin kuçeyan.

Piştî çalakiyên ku 11 rojan dom kirî, Serokwezîr Serj Sarkîsyan heftiya bihurî neçar ma ku îstîfa bike, ji wê demê ve krîzeke siyasî heye.

Çalakger dixwazin Paşîniyan hilbijêrin. Rewşa berdest niha Paşîniyan bale dikişine ser xwe.

Li gel ku tekane namzet ew e jî ne teqez e ku wer hilbijartin. Piraniya parlamentoyê ji Partiya Komarparêz pêk tê. Paşîniyan ji bo ku bibe Serokwezir dive ji 105 wekîlan 53 jê dengên xwe bidinê.

Paşîniyan di vê rewşê de pêdivî bi 6 dengan dibîne. Lê Partiya Komarparêz daxuyaniyeke fermî nedaya. Li gorî Paşîniyan partiya desthilatdar dixwaze hilbijartinan têk bibe. Rewşa siyasî ya li welêt wê çawa bibe, wê li gorî encamên dengdanê wê diyar bibe.