Li Endonezyayê hezana axê: 11 karkerên madenê mirin

Rayedarên Endonezyayî diyar kirin ku ji ber sedemê hezana axê ya di encama barana zêde de çêbûyî, 11 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rayedaran, roja Çarşemê di dema li gundekê nêzî eyaleta Sûmatraya Başûr hezan çêbûyî de, karkerên madena komirê di kûrahiya 20 metreyî de bûn.
Yek ji rayedarên saziya rêveberiya karesatan got, “Ji ber baranên tund ên di demên dawî yên li herêmê de, zevî ne saxlem bûn.” Rayedar da zanîn ku standartên ewlekariyê di rêjeyek mezin de piştguh dikirin.
Rayedar got ku cenazeyên hemû qurbaniyan hatiye dîtin. Madenên belave yên li Endonezya yên ji derveyî yasayê hertim dibin mijara qezayan.
Di serê vê salê de, li eyaleta Sûmatra ya Rojava di madeneke zêran a hatî valakirin de, ji ber hezana axê 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Sala derbas bûyî, li Sûlawesiya Bakûr di madenek a hilweşiyayî de herî kêm 16 kes bi saxî defin bûn.
Ji berî çend mehan jî li heman herêmê li madenek ji derveyî yasayê qezayek mîna vê çêbibû, 5 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn.