Li Endonezyayê hejmara miriyan bû 142 

Li girava Lambokê ya ku li başûrê Endonezyayê ye, roja Yekşemê bi pileya 6,9 erd hejiya. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 142.

Li Girava Lombok roja Yekşemê (duh) erd hejiya. Piştre jî gelek erdhejên paşbir çêbûn. Li gorî ajansa Elmanya DPA’yê 142 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li herêmê 1200 turîstên biyanî hatin tehliyekirin.

 Piştî erdehjê hişyariya tsûnamiyê hate dayîn û ev jî bû sedema panîk ê. Berdevk got; “Mirov di nava panîkê de bûn, bi taybet ji ber hişyariya tsûnamiyê.” Şopên tsûnamiya sala 2014’an ku bûbû sedema mirina 16 hezar kesan hê jî di hafizaya hemwelatiyên herêmê de ye. Hate diyarkirin ku mirinên ji ber erdheja Lombokê zêdetir li herêmên çiyayî çêbûne.

Beriya hefteyekê li rojhilatê Baliyê li heman giravê erdhej çêbûbû û 17 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di erdheja li Lambokê de bi sedan avahî hilweşiyabûn.