Hevdîtina DEM Partî-MHP'ê 40 deqeyî dewam kir

Hevdîtina navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî 40 deqeyî dewam kir.

Heyeta ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Serokwekîlên Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi MHP'ê re hevdîtin kir.

Hevdîtina bi Heyeta MHP'ê ya ji Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û Fethî Yildiz û Celal Adan 40 deqeyî dewam kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hate dayin, di hevdîtinê de bûyerên li Tirkiye û herêmê bi berfirehî hatin nirxandin û hevdîtin di nava atmosfereke erênî de derbas bû.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re û biryarên kongreya PKK'ê hatin nirxandin.

Gavên ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê bêne avêtin, rola Meclîsê, paketa dadgeriyê ya nû, komîsyona ku tê payin li Meclîsê bê avakirin û destûra bingehîn jî rojevên hevdîtinê bûn.

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê got, "Hate destnîşankirin ku avakirina komîsyoneke bi erkekî tam a li bin sîwana Meclîsa Tirkiyeyê û tevlîbûna partiyên siyasî bi rengekî çalak li vê pêvajoyê, gelekî girîng e. Heyeta me wê di vê çarçoveyê de sibe jî bi heyeta AK Partiyê re li Meclîsa Tirkiyeyê hevdîtinê bike."