Li Endonezyayê bîlançoya erdhejê: 91 kes mirin

Li girava Lambokê ya ku li başûrê Endonezyayê ye, roja Yekşemê bi pileya 6,9 erd hejiya. Hate diyarkirin ku herî kêm 91 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkiya Pêşîlêgirtina Karesatên Xwezayî daxuyanî da û diyar kir ku bîlançoya erdhejê zêde dibe. Berdevk Pûrwo Nûgroho diyar kir ku di erdhejê de ya ku bi pileya 6,9 pêk hatiye, herî kêm 91 kes mirine.

Berdevkê Pêşîlêgirtina Karesatên Xwezayî diyar kir ku piştî erdhejê alarma tsûnamiyê hatiye dayîn û ev jî bûye sedem ku mirov panîk bikin.

Di sala 2014’an de tsûnamî pêk hatibû û 168 hezar kes miribûn.

Hate diyarkirin ku di erdhejê de herî zêde li herêmên çiyayî mirov mirine.

Hefteyek berê ki rojhilatê Baliyê jî erd hejiyabû û herî kêm 17 kes miribûn. Di vê erdehejê de ya li Lambokê bi sedan avahî rûxiyabûn.