Li Endonezyayê erdheja mezin, alarma tsûnamî hate dayin.

Li Endonezyayê, ji çar giravên mezin Sulawesiyê erdhejeke bi mezinahiya 7.5 pêk hat. Alarma Tsûnamî hate dayin.

Enstîtûya Jeolojiyê ya  Amerîkayê USGS ragihand li girava Sulawesiyê du erdhej pêk hatin. Yek ji van erdhejan bi hêza 7.5 e.

Ajansa Meterolojî û Jeofizîkê ya Endonezyayê BMGK'yê alarma tsûnamiyê da, bang li şêniyên li Sulwesiya Navîn û Rojava kir ku ji peravê dûr bikevin û xwe li cihên bilind bigirin.

Jêderên xwecih gotin hêza erdhejê bi hêza 6.1'yê ye, kesek miriye  û bi kêmanî 10 kes birîndar bûne. Derbarê bîlançoya erdheja duyan hê daxuyanî nehatiye dayin.

Girava Sulwesiyê 1-2 sed kîlometre  li rojhilatê girava Lambokê ye ku Temûz û Tebaxê erdhej lê bûbû û 500 kes miribû.