Li Endonezyayê erdhej û tsûnamî: Herî kêm 48 kes mirin

Di erdhej û tsûnamî ya roja Înê ya li girava Sûlawesî ya Endonezyayê de herî kêm 48 kes mirin.

Li gorî bîlançoya destpêkê ya berdevkê Saziya Îdareya Karesatên Netewî, di erdhej û tsûnamî ya piştî wê hatî de li bajarê Palû 48 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn.

Berdevk got li bajarê Palû 356 kes birîndar bûn û li bajarê Sûtopo Pûrwo Nûgroho yê nifûsa wê 350 hezar e, pêla avê  1,5 metreyan bilind bûye.

Roja Înê (Duh) Enstîtuya Jeolojî ya Amerîka ÛSGG ragihandibû ku li girava Sûlawesî 2 erdhej çêbibûn. Pileya erdhejekê bi şîddeta 7,5 hatibû pîvan.

Girava Sûlawesî çend kîlometreyek dikeve bakurê rojhilata girva Lambok ku meha Tîrmeh û Tebaxê de çend erdhejek lê çêbibû û nêzî 500 kes miribûn.