Li Endonezyayê dîsa erd hejiya
Li peravên girava Sumba ya başûrê Endonezyayê bi navbeyna demeke kurt du caran erd hejiya.
Li peravên girava Sumba ya başûrê Endonezyayê bi navbeyna demeke kurt du caran erd hejiya.
Li gorî Enstîtûya Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) cara pêşî saet 23.59’an erd bi hêza 5.9’an 10 km bin erdê, 40 km dûrî Sumbayê pêk hat.
Hate gotin cara duyan jî, piştî b 15 deqeyan li heman deverê erd bi hêza 6’an hejiya.
Sumba 1600 km li başûrê girava Sîlawesî dibîne, ku Înê erdhejeke mezin lê bûbû û tsûnamiyê lê dabû. Di erdheja Sîlawesî de heta niha 844 kes mirine. Tê gotin dibe ku bîlanço girantir bibe.