Di erdheja Endonezyayê de 37 kes mirin
Li girava Balî ya Endonezyayê duh bi pileya 7 erd hejiya. Di erdhejê de herî kêm 37 kes mirin.
Li girava Balî ya Endonezyayê duh bi pileya 7 erd hejiya. Di erdhejê de herî kêm 37 kes mirin.
Duh li rojhilatê girava Balî ya Endonezyayê bi pileya 7,0 erd hejiya. Di erdhejê de herî kêm 37 kes mirin.
Rayedaran hişyariya tsûnamiyê dan û bang li gel kirin ku derkevin cihên bilind.
Piştî çend seatan hişyariya tsûnamiyê hate rakirin û hate diyar kirin ku erdhej 10 kîlometere di binê erdê de çêbûye. Di erdheja hefteya derbasbûyî de jî 17 kes mirîbûn.