Li Endonezyayê bîlanço giran dibe: Nêzî 400 kes mirin

Hate ragihandin ku di erdhej û tsûnamî ya li gira Sûlawesiyê bi sedan kes mirine. 

Li Endonezyayê roja Înê erdhej çêbibû û piştî erdhejê jî karesata tsûnamî çêbû. Li gorî daxuyaniya berdevkê ajansar rêveberiya karesaran nêzî 400 kes mirine.

Berdevk Sûtopo Pûrwo Nûgroho got ‘384 kes mirn’. Nûgroho diyar kir ku hejmara birîndaran jî 540 e û ji bo xebatên rizgarkirinê banga pêdiviyên taybet û xwebexşan kir.

Li bajarê Palû yê nifûsa wê 350 hezar li girava Sûlawesî, dîmenên di medya civakî û çapemeniya herêmî de hatin parvekirin şîdeta erdehej û tsûnamiyê dide nîşandan. 

Erdhej bi taybet li bajarê Palû û herêma Donggala ya nêzî wê xist. Li Palû yê avahî, otel û nexweşxane hilweşiyane. Piştî erdhejê jî tsûnamiya bi pêla 1.5 metre bilind jî lê xist.

Rayedaran got dibe ku hê jî bi sedan kes dibin xirbeyan de mabin. Ji ber vê sedemê jî fikar hene ku bîlanço zêdetir bibe.

Roja Înê (Duh) Enstîtuya Jeolojî ya Amerîka ÛSGG ragihandibû ku li girava Sûlawesî 2 erdhej çêbibûn. Pileya erdhejekê bi şîddeta 7,5 hatibû pîvan.

Girava Sûlawesî çend kîlometreyek dikeve bakurê rojhilata girva Lambok ku meha Tîrmeh û Tebaxê de çend erdhejek lê çêbibû û nêzî 500 kes miribûn.