Li Endonezyayê bîlanço giran dibe
Li Endonezyayê roja Înê li Girava Sûlawesî erd hejiya bû û oiştre tsûnamî çêbibû. Hejmara kesên di erdhej û tsûnamiyê de mirîn gihişt 1407 kesan.
Li Endonezyayê roja Înê li Girava Sûlawesî erd hejiya bû û oiştre tsûnamî çêbibû. Hejmara kesên di erdhej û tsûnamiyê de mirîn gihişt 1407 kesan.
Ajansa Rêveberiya Karesatên Netewî ya Endonezyayê (BNPB) ragihand ku di erdhej û tsûnamî ya li Girava Sûlawesiyê de hejmara miriyan bû hezar û 407 kes.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di erdhej û karesata tsûnamiyê de 2 hezar û 549 kes jî birîndar bûn û zêdetirî 100 kes jî winda ne.
Rayedaran diyar kirin ku li herêmê zêdetirî 2 hezar avahiyên dibistanê zirar ditiye û ji bo dewama perwerdê wê rêfên derbas ker ava bikin.
Sûlawesî ya yek ji çar giravên mezin ên Endonezyayê ye, roja Înê 2 edhejek bi pileya 7,5’an pêk hatibû. Li pey wê tsûnamî jî pêk hat.
Buroya Koordînasyona Karê Mirovan a NY’yê, di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê dayî de, diyar kiribû ku pêwîstî bi alîkariya lezgîn a ji bo 129 hezar kesî heye. Ji vana 46 hezar zarok û 14 hezar jî kesên bi temen in.