Li Endonezyayê bi pîleya 7,3 erd hejiya

Li Endonezyayê bi pîleya 7,3 erd hejiya. Li gorî daxuyaniyên fermî kesek miriye û gelek xanî jî hilweşiyane.

Duh bi saeta herêmî di saet 18.00’an de li herêma Molûqûesê ya Endonezyayê bi pîleya 7,3 erd hejiya.

Erdhejê bandor li bajarê Ternateyê jî kir ê ku 165 kîlometre dûrî navenda erdhejê bû.

Hate diyarkirin ku ji ber hilweşîna xanî kesek miriye.

Bi sedan kes jî ji neçarî li dibistan û avahiyên dewletê hatin bicihkirin.

Di 26’ê Kanûna 2014’an de li Endonezyayê bi pîleya 9,1 erd hejiyabû û tsûnamî pêk hatibû. Di wê demê de li wan welatan 170 hezar kes ji ber tsûnamî û erdhejê miribûn.