Li Elmanyayê qedexe û serdegirtina li dijî komeleyên girêdayî Hîzbûllah-Îranê

Li Elmanyayê di saetên siharê de bi îdîaya ku girêdayî Hîzbûllah û Îranê ne, bi ser bi dehan komele û mizgeftan de hate girtin. Navenda Îslamê ya Hambûrg (IZH) û hemû saziyên girêdayî wê, hatin qedexekirin.

Wezareta Karên Hundir di daxuyaniya dayî de, ragihand ku Navenda Îslamî ya ku li Hamburgê mizgeftekê bi rêve dibe û li seranserî Elmanyayê hemû organîzasyonên ku girêdayî wê ne, hatin qedexekirin.

Wezaretê got, “Ji ber ku rêxistineke îslamî ya tund e ku armancên xwe yên dijberî zagona bingehîn a navborî, didomînin.”

Hat ragihandin ku sihara Çarşemê, li seranserî Elmanyayê polîsan bi ser 53 navnîşanên girêdayî navenda navborî de girtine. Li gorî Wezareta Karên Hundirîn a Federal li Hamburg, Bremen, Berlin, Saksonya Jêr, Mecklenburg-Vorpommern, Hessen, Bakurê Ren-Vestfalya û Bavyerayê lêgerîn kirine.

Li gorî medyaya Elmanya, îro di saetên siharê de komeke qelebalix a polîsan li ‘Mizgefta Şîn’ lêgerîn kirin. Hat îdîakirin ku ev avahî, navenda komeleya îslamî ya li Hamburg’ê ye û ‘qereqola li pêş’ a Îranê ye.

Li gorî Wezîra Karên Hundir a Demokrat a Civakî Nancy Faeser, IZH ku ‘nûnerê yekser’ ê lîderê olî yê Îranê ye, li Elmanyayê îdeolojiya “Şoreşa Îslamê” bi rengekî êrîşkar û milîtanî belav dike.

WEZÎR: EM LI DIJÎ OL TEVNAGERIN

Faeser her wiha piştî biryara qedexekirina komeleyê, ev tişt got: “Em li dijî ol tevnagerin. Baweriya Şîa û bi rengekî aştiyane pêkanîna wê, ji qedexeyê bandor nabe.”