Li Elmanyayê qanûna polîsan a bi nîqaş hate qebûlkirin

Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê ku bi nifûsa xwe ya ji 13 milyonî duyemîn eyaleta herî mezin e, qanûna polîsan a ku demeke tê nîqaşkirin ji aliyê meclîsa eyaletê ve hate qebûlkirin.

Li eyaleta Bavyerayê ku Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan a mûxafazakar (CSU) lê desthilatdar e, qanûna li ser "erk û wezîfeyên polîsan" hate qebûlkirin ku ev yek dikare rê li ber "dewleta polîsan" veke.

Pêşnûme qanûna bi navê "qanûna wezîfeya polîsan" (PAG -Polizeiaufgabengesetz) li Parlamenta Eyaleta Bavyerayê li dijî 67 dengên dijber bi 89 dengan hate qebûlkirin.

Di dengdanê de Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Keskan (Die Grunen) û Dengdêrên Serbixwe (Freie Waehler) dengên 'na' dan.

Li gorî qanûna ku hate qebûlkirin, bêyî biryara dadgehê polîs dikarin dest li mafên destûrî werdin. Li eyaleta Bavyerayê bi vê qanûnê re erk ji polîsan re tê dayin ku dest il jiyana taybet a mirovan werin û kontrol bikin.

Li gorî qanûnê, polîs bêyî gumaneke şênber wê karibe kesê dixwaze destgîr bike, li telefonan guhdarî bikin. Her wiha erk ji polîsan re tê dayin ku karibin dest deynin ser telefon û komputeran, ya jî di meş û xwepêşandanan de kelepçeyê bi kar bînin.

Dijberên qanûnê bi fikar in ku erkên zêde yên ji polîsan re tên dayin, rê li ber sîstemeke nêzî ya rejîma Nazî vedikin.

SPD û Partiya Keskan wê li dijî qanûnê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.