Li Elmanyayê peyva 'nîjat' wê ji Destûrê were derêxistin?

Li Elmanyayê partiya Keskan xwest ku peyva 'nîjat' ji Destûrê were derêxistin. Li gorî Keskan 'nîjat nînin, mirov hene.''

Piştî ku li DYE'yê George Floyd ê siyahî ji hêla polîsan ve hate kuştin li Elmanyayê nîqaş gur bûn.

Li Elmanyayê hawîrdorparêz ku di ankêtan de weke mezintirîn hêza duyan derdkeve pêş dixwazin ku Destûra 8'e Gulana 1949'an were guherandin.

Rêveberê Keskan Robert Habeck di gotara xwe de ya ku di rojnmeya çepgir Tageszeîtîungê de got, ''dema wê ye ku em bi hev re nîjatperestiyê ji bîr bikin.''

Habeck got ji vî alî ve ji bo ku sinyalên xurt werin dayin divê peyva 'nîjat'ê ji Destûrê were derêxistin.

 Di Destûrê de, di xala sêyan de tê gotin, ''Ti kes ji ber zayend, nişf, nîjat, ziman, welat, koka xwe, bawerî, dîn û baweriya siyasî nikare were mexdûrkirin û cihêkariyek li wan were kirin''. Peyva 'nîjat' di vê xalê de derbas dibe û li gorî hawîrdorparêzan, ''nîjat nînin, mirov hene.''