Li Elmanyayê lêpirsîna di nav artêşê de mezintir dibe
Li Elmanyayê lêpirsîna li ser leşkerekî yê ku xwe wekî penaberekî ji Sûriyeyê dabû nasîn û plana çalakiyeke rastgir a tund dikir, mezintir dibe.
Li Elmanyayê lêpirsîna li ser leşkerekî yê ku xwe wekî penaberekî ji Sûriyeyê dabû nasîn û plana çalakiyeke rastgir a tund dikir, mezintir dibe.
Serbazekî din ê ku guman li ser wî hebû ku bi leşkerê bi navê Franco A. êrîş plan dikirin, hate girtin.
Hat diyarkirin ku leşkerê 27 salî yê li ser sînorê Fransayê Kehlê hatiye girtin, serbaz e. Tê texmînkirin ku ev leşker û leşkerê bi navê Franco A li hemberî siyasetmedarên hevgirtina penaberan dixwaze, êrîş plan kirine.
Leşkerê ku îro hatiye binçavkirina navê wî Maxîmîlîan T. ye û ew jî wekî Franco A. li nêzî Strasboûrgê di yekîneya paraşutvanan a li Illkîrchê dixebite.
Franco A yê ku di meha Rêbendanê de li Awûstûryayê ji bo peydekirina çekan hatibû girtin, sala bihurî li ser navê penaberê Xirîstiyan ê ji Sûriyeyê daxwaza rûniştinê kiribû.
Hatibû diyarkirin ku ev kes hindikî bi Erebî dizane û îfadeya xwe bi Frensî daye û sûd ji alîkariya civakî a dewletê werdigirt.
Di lêpirsîna di nav Wezareta Parastinê ya Elmanyayê de heta niha 3 kes hatibin girtin jî, tê texmînkirin ku di nav artêşê de gelek rastgirên tund hene.