Li Elmanyayê, di anketên hilbijartinê de mûxafazakar li pêş in

Li Elmanyayê, 24'ê Îlonê hilbijartinên federal tên kirin. Tenê çend hefte ji hilbijartinê re man.

Li gorî anketa vê dawiyê, ku li kovara heftane Stern û qenala televîzyonê RTL de hate weşandin, bloka mûxafazakar CDU-CSU ya bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel, bi rêjeyeke bilind li pêş e.

Li gorî anketê, di navbera bloka mûxafazakar û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a bi serokatiya Martîn Schûlz de 17 pûan hene.

Di anketê de hate ragihandin ku rêjeya dengê CDU û CSU 40 ji sedî ye. Yê SPD'ê jî 23 ji sedî ye.

Li gorî anketeke beriya niha ku di nava meha Tîrmehê de hate kirin, SPD'ê dengê xwe 1 ji sedî zêde kiriye.

Partiya Keskan, partiya çep Dîe Lînke û Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) bi rêjeya 8 ji sedî, li ber hev didin. Rêjeya dengê FDP a lîberal 7 ji sedî ye.

Angela Merkel ji sala 2005'an û vir ve hikumetê bi rê ve dibe. Eger di vê hilbijartinê de jî bi ser bkeve, wê bibe cara çaran ku serokatiyê ji hikumeta federal re dike.