Li Ekvatorê di hilbijartinan de namzetê çep Moreno bi ser ket
Li Ekvatorê, di hilbijartinên Serokkomariyê de namzetê çep Lenîne Moreno bi ser ket.
Li Ekvatorê, di hilbijartinên Serokkomariyê de namzetê çep Lenîne Moreno bi ser ket.
Li Ekvatorê, di hilbijartinên Serokkomariyê de, namzetê desthilatdariya çep Lenîne Moreno yê 64 salî bi ser ket. Konseya Hilbijartinê ragihand, 16 mîlyon hilbijêran deng dane û di encama vebûna ji sedî 93.5 ê dengan de Moreno ji sedî 51.05 û hevrikê wî bankavanê berê namzetê rastgiriya lîberal Gûîllermo Lasso jî ji sedî 48.95 ê dengan girtine.
Ji ber ku encam gelekî nêzî hev in, Lasso yê têk çû xwest, deng ji nû ve werin jimartin. Xwepêşandêrên alîgirê Lasso li ber avahiya Konseya Hilbijartinê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşma "Na ji hîleya hilbijartinê re, Erê ji demokrasiyê re" encam protesto kirin. Li hin bajaran jî di navbera xwepêşandêran û polîsan de şer derket.