Li Efrîka û Asyayê 3 milyar kes bêparast in: Av nîne, sabûn nîne!

Li welatên xizan 3 milyar mirovên ku her sal dikevin nava lepên gelek nexweşî û şewban, niha jî li pêşberî vîrûsa koronayê bêparast in. Pisporên Neteweyên Yekbûyî hişyar kirin.

Vîrûsa korona ya nû Covîd-19 ku li Çînê dest pê kir û navenda wê êdî welatên Ewropa ye, bi taybetî gefê li welatên xizan dixwe.

Li gelek welatên xizan hîn kesên bi nexweşiyê ketine û bûne qurbanî kêm in. Lê belê 3 milyar mirovên li wan welatan ji ava paqij û malzemeyên paqijiyê bêpar in.

Ew welatên xizan jî bi giranî li Efrîka û Asyayê ne.

Li gorî texmînên Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li tevahiya dinyayê 3 milyar mirov îmkanê wan nîne ku rojane destê xwe bişon. Ev yek jî tê wateya 40 ji sedî yê nifûsa tevahiya cîhanê.

Li gorî berpirsyarê UNICEF'ê yê Başûr û Rojhilatê Efrîkayê Sam Godgrey, li gelek welatan ava nagihêje malan, her wiha beşeke girîng a nifûsê jî ewqasî xizane ku nikare sabûnê bikire.

Li gorî UNICEF'ê li Efrîka ya Jêrî Sahrayê 63 ji sedî yê nifûsê (258 milyon kes) îmkanên xwe yên peydakirina ava paqij, sabûn û malzemeyên din ên paqijiyê nîne. 22 ji sedî yê nifûsa herêmên navîn û başûr ên Efrîkayê (153 milyon) kes ji van derfetan bêpar in.