Li Efganistanê lêhî rabû: Bi kêmanî 35 kes mirin

Di lêhiya li bakur û rojavayê Efganistanê pêk hat de bi kêmanî 35 kes mirin, bi hezaran mal hilweşiyan.

Ji ber barana zêde li bakur û rojavayê welat lêhî rabû. Ji ber lêhiyê gelek mal hilweşiyan û peywendiyên bi gelek gundan re jî hate qûtkirin.

Baranê Înê destpê kir. Li gorî Desteya Rêveberiya Karesatê ya Navneteweyî di eyaletên Feryab û Belh a dikeve bakurê welat bi kêmanî 17 kes li eyaletên Herat û Badgisê jî 18 kes mirin. Di encama lêhiyê de jî 3 hezar mal hilweşiyane.

Berdevkê waliyê eyaleta Herat Jeylanî Ferhad li vê eyaletê bi sedan mal hilewşiyan û bi hezaran kes neçar man ku cih biguherin. Midûrê Herêma Sor a Herat Gulabîdin Mîrî diyar kir ku li hinek cihan rê hatine girtin û tîmên alîkariyê diyar dikin ku li vir rê hatine girtin.

Ji serê meha Adarê ve li eyaleta Kandahar a dikeve başûrê wealt ji ber baranê gelek mal hilweşiyabûn û bikêmanî 20 kes mirin.