Li Efganistanê êrîşa bombeyî: 3 kes mirin
Li Efganistanê li dijî ofîsa saziya alîkariyekê êrîşa bombeyî pêk hat û di êrîşê de 3 kes mirin.
Li Efganistanê li dijî ofîsa saziya alîkariyekê êrîşa bombeyî pêk hat û di êrîşê de 3 kes mirin.
Êrîş li wîlayeta Nangarhar a li rojhilatê Efganistanê pêk hat.
Hate ragihandin ku êrîşa bombeyî li dijî saziyeke alîkariyê ku navê wê nehate eşkere kirin pêk hatiye û di êrîşê de 3 kes mirine. Di teqînê de 6 kesên din jî birîndar bûne.
Heta niha kesê êrîş li xwe ne girtiye.