Li Efganistanê erd hejiya: Gelek kes mirin

Li Efganistanê di erdhejê de 280 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li rojhilatê Efganistanê di erdheja bi pileya 6,1’an de herî kêm 280 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Lêkolîna Jeolojîk a DYE’yê (USGS) diyar kir erdhej 44 kîlometreyan dûrî wîlayeta Hostê ya li ser sînorê Pakistanê çêbûye.

Reûtersê diyar kir ku rayedarê Wezareta Karê Navxweyî ya Efganistanê Selahaddîn Eyyûbî diyar kiriye li Hosê 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û 90 kes jî li nexweşxaneyê ne.

Eyûbî diyar kir li wîleta Paktîkayê jî 255 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 200 kes jî birîndar bûne.

Rêveberê ajansa Bahtarê ya ku ajansa nûçeyan a fermî ya Efganistanê ye Abdul Vahîd Rayan li ser twîtterê ragihand ku 90 mal hatine hilweşandin û li gorî texmînan bi dehan kes hê di bin kavilan de ne.