Li Efganistanê çareserî nîne; DYE'yê gefa aboriyê xwar

Li Efganistanê aliyên şer li hev nakin. DYE'yê jî ragihand ku wê hem alîkariya malî hem jî hejmara leşkerên xwe kêm bike.

Li Efganistanê ku ji sala 2001'ê û vir ve bi Talîbanê re şer tê kirin, peymana navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Talîbanê meha derbasbûyî pêk hatibû. Lê belê hikumeta Kabîlê û Talîbanê hîn li hev nekirine.

POMPEO BI DESTVALA VEGERIYA

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo ji serdana Kabîl û Qatarê encamek wernegirt.

Pompeo li Kabîlê bi Serokkomar Eşref Ganî û yek ji serokwezîrên berê yê mûxalîf Abdullah Abdullah re rûnişt, lê nekarî her du aliyan li hev bîne. Abdullah Abdullah ku di hilbijartinên Îlonê de bi rêjeyeke kêm winda kir, xwe bi rengekî paralel Serokkomar ragihandibû.

Pompeo di hevdîtinê de destnîşan kir ku hikumeteke lihevkirinê ya tavilê bê avakirin, divê bi Talîbanê re dest bi hevdîtinên aştiyê bike.

EMERÎKA WÊ ALÎKARIYÊ KÊM BIKE

Ji ber ku Mîke Pompeo nekarî aliyan li hev bîne, diyar kir ku alîkariya ku welatê wî ji Efganistanê re dike bi 1 milyar dolarî bê kêmkirin. Pompeo ragihand, eger lihevkirin çênebe wê di sala 2021'ê de jî alîkariya malî bi 1 milyar dolarên din bê kêmkirin. Pompeo diyar kir, eger Eşref Ganî û Abdullah Abdullah li hev bikin wê alîkarî ji nû ve bê dayin.

Pompeo bi bîr xist ku hejmara leşkerên Emerîkî yê li Efganistanê wê gav bi gav bê kêmkirin.

Pompeo piştî hevdîtina neserketî ya li Kabîlê, roja Sêşemê jî li paytexta Qatar Dohayê bi rayedarên Talîbanê re hevdîtin kir.