Li Efganistanê bi kêmanî 25 leşker mirin

Di kemîna tê texmînkirin de ku ji aliyê Talîbanan a li eyaleta Takhar a Efganistanê pêk hat, bi kêmanî 25 leşker hatine kuştin.

Hate ragihandin ku tê texmînkirin ku di kemînekê de ku ji aliyê Talîbanan ve li eyaleta Takhar a Efganistanê pêk hat, bi kêmanî 25 leşkerên Efganî mirine.

Her çendî bi daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve tê kirin ku kemîn ji aliyê Talîbanan ve hatibe kirin jî, lê heta niha Talîbanan fermî daxuyaniyek nedaye.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê berdevkê çapemeniya walî yê eyaleta Tekhar ve hate kirin ev hate gotin: “Şer didome. Kuştiyên Talîbanan jî hene.”

Rayedarên tenduristiyê yên eyaletê diyar kir ku bi kêmanî 34 leşker hatine kuştin.

Berdek Jawad Hejîr got: “Hêzên me dema diçûn operasyonê ketine kemînê. Talîbanan xwe li malên derdor bi cih kirine û wisa êrîşî hêzên me kirine.”