Li Efganistanê bi deh hezaran kes ji şer direvin

Li Başûrê Efganistanê ev serê çend rojan e ku şerekî giran heye. Bi deh hezaran kesan malên xwe berdan.

Li bajarê Dohayê yê Katarê ligel ku di navbera Talîban û hikumetê de muzakere hene jî li başûrê welat di navbera her du hezan de şerekî giran heye.

Talîbanê êrîş bir ser bajarê Leşkergah ê wîlayeta Helmandê. DYE û hêzên Efganistanê jî ji bo parastina hêzên Efgan êrîşên hewayî li dar xist.

Ji ber şer bi hezaran kes bi wesayît, otobus û motorbisiklêtan ji herêmê reviyan.

Gerînendeyê Beşa Penaberan a Helmandê Seyîd Mûhammed Ramîn ji AFP’ê re axivî û got ku, “Heta niha 5 malbat bi giştî jî 30 hezar kes ji şer reviyane.”

Roja Çarşemê herî kêm li 4 bajaran şer domiya.

Di destê sibehê de li bajaroka Nawayê du helîkopter li hev ketin, 9 kes mirin.