Li DYE'yê ji ber barana zêde herî kêm 10 kes mirin

Li herêmên rojhilat ên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji ber barana zêde lehî rabû. Li Kentucky 9, li Atlantayê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Waliyê Kentucky Andy Beshear roja Yekşemê civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand ku di encama vê bûyera hewayê de li Kentuckyê herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Walî anî ziman ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan di binê daran de man ku ji ber bilindbûna avê wergeriyan. Hate ragihandin ku di nava qurbaniyan de dayikek û zarokek jî hebûn.

Li Kentuckyê rewşa awarte hate ragihandin. Di nava 24 saetên dawî de servîsên lezgîn zêdeyî hezar kres rizgar kirin.

Şert û mercên giran ên hewayê bandor li eyaleta Georigayê jî kir. Li bajarê Atlantanyê roja Yekşemê dareke mezin li ser malekê ket û kesekî jiyana xwe ji dest da.