Li DYE'yê ji ber bahoz û lehiyê hejmara qurbaniyan bû 14 kes
Li rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) çend roj in lehî rabûye. 14 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 12 ji wan li eyaleta Kentucky bû.
Li rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) çend roj in lehî rabûye. 14 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 12 ji wan li eyaleta Kentucky bû.
Waliyê Kentucky Andy Beshear roja duşemê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û got, “Li Kentucky hejmara miriyan derket 12’an.”
Waliyê demokrat di daxuyaniya rojek berê dayî de, ragihandibû ku piraniya qurbaniyan ji ber avên bilind bûne di wesayîtên xwe de asê mane.
Waliyê Rojavayê Virgnia Patrick Morrisey roja duşemê daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ser karesata lehiyê. Walî got, “Heta niha hatiye zanîn ku kesek miriye. Agahî ji çend kesan nayê girtin.”
Roja Yekşemê li bajarê Atlanta yê eyaleta Georgia ji ber şert û mercên hewaya xirab, kesekê jiyana xwe ji dest da. Li gorî medyaya DYE’yê, rayedarekî îtfaiyeyê Scott Powel got, dareke mezin di dema bahozê de ji kokê xwe qut bû û li malekî ket, di encamê de kesê navborî jiyana xwe ji dest da.