Li DYE’yê êrîşa çekdarî: 12 kes mirin

Li eyaleta Vîrgînîa ya DYE’yê erkdarekî şaredariyê bi çekê herî kêm 12 kes kuştin.

Êrîş li avahiya şaredariya Vîrgînîa Beach a bajarokekî betlaneyê pêk hat. Kesekê ku tê payîn erkdarê şaredariyê ye bi çekê 12 kes kuştin.

Şefê polîsan James Cervera diyar kir ku li polîsekî jî xistine lê ji ber êleka ku fîşekan derbas nake, polîs nemiriye.

Carvera ragihand ku roja Înê saet 16:00’an piştî ku erkdarê şaredariyê ketiye avahiyê bê ser û ber gule berdaye.

Carvera qala mudaxeleya polîsan jî kir û got; “Kesê bi guman gule  berda polîsekî, piştî ku polîsan bersiv da kesê gumanbar hatiye kuştin.”

Li DYE’yê bê navber êrîşên çekdarî pêk tên. Her sal nêzî 30 hezar kes ji ber çekan tên kuştin. Li DYE’yê ku xwe gihandina çekan hêsan e, li gorî lêkolîna ku ji aliyê înîsyatîfekî ya DYE ve hatî kirin tenê sala 2018’an de herî kêm 234 di encama komkujiyên komî de hatine kuştin.