Li DYE'yê dîmenê mîna serdema koledariyê

Li eyaleta Texasê ya DYE'yê, du polîsên li ser hespê kesekî reşik kelepçe kirine, werîsek xistine stuyê wî û wî dikişînin. Ev dîmen bû sedema nîqaşên mezin.

Di medya civakî de ji ber van dîmenan şîroveya 'Gelo serdema koledariyê li Emerîkayê vegeriya' hate kirin. Komîserê bajarê Galvestonê der barê dîmen de daxuyaniyek weşand û lêborîn xwest.

Li bajarê Galveston ê eyaleta Texasê ya DYE'yê polîsan Şemiyê Donald Neely ê 43 salî bi sûcdariya 'sînorê xaniyekî derbas kiriye' destgîr kirin. Hate îdîakirin ku ji ber 'wesayit tine bû' Neely ê kelepçekirî bi werîsê xistin stuyê wî bi hespê ve kişandin û birin.

Piştî ku di medya civakî de nerazîbûna 'gelo serdema koledariyê vedigere' hate kirin, komîser neçar ma daxuyaniyekê der barê mijarê de biweşîne. Bikarhênerên medya civakî xwestin ku her du polîs îstifa bikin.

Şefê polîsan Vernon Hale ji Neely lêborîn xwest.