Li DYA'yê êrîş: Gelek kes mirine

Hat ragihandin ku di êrîşa bi çek a kamyonekê ya li herêma Manhattan a bajarê New York a DYA’yê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî hate binçavkirin.

Li başûrê Manhattan di êrîşa li gorî saeta herêmî ya piştî nîvro pêk hat de, hat diyarkirin ku kamyonekê di ser welatiyan de ajotiye. Hat diyarkirin ku piştre jî ji wesayîtê gule li ser welatiyan hatiye reşandin û 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Piştî êrîşa li nêzî avahiya Wezareta Şaredariya New Yorkê û şûnde, agahiya kesek ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin hate parvekirin.

Li gorî New York Postê, di êrîşa têde 6 kes hatin hedefkirin de 2 jê mirine. Li gorî televîzyonekî New Yorkî jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

CNN’ê jî nûçeya 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, derbas kir.

Di êrîşa li gorî saeta herêmî saet 15:00’an pêk hat de,agahiya kamyonek û kesek ji wesayîtekê hatiye xwar û gule li derdor reşandiye.

Hat diyarkirin ku bûyer bi qasî saetekê dom kiriye, têkildarî êrîşekî terorî ye yan ne hê ti agahiyê zelal nehatine parvekirin.